Di êrişên hewayî û bejahî yên hêzên Şamê û çeteyan li bakurê rojavayê Sûriyê de, kuştî û birîndar çêbûn.
Çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ û yên ‘Turkistanî’ li dijî hêzên hikumeta Şamê li Tufahiyê ya gundewarê Laziqiyê êriş pêk anî.
Hemwextî wê her du aliyan hev topbaran kir.
Hêzên Şamê jî gundê Keferteal ê rojavayê Helebê topbaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Balafirên wan yên bê mirov jî êrîşî gundê Xirbet Naqûs û gundê Kefer Nûran ê rojavayê Helebê kir û di endamê de welatiyek hat kuştin.
Her wiha 2 balafirên bêmirov li dijî 2 nuqteyên çeteyan li Kensefra li gundewarê Idlibê êriş pêk anîn.