Mela Ehmed El Esed: Meha Remezanê meha rihm û hevgirtinê ye

Endamê rêveberê Kongra Îslama Demokratîk li navçeya Şehdadê mela Ehmed El Esed diyar kir ku rastiya Remezanê ew e ku ji bo mirovan derfeta fikirandin, xweragirtin, geşkirina rihm û hevgirtinê ye.

Mela Ehmed El Esed hatina meha pîroz li tevahî mislimanan pîroz kir û wiha got:

“Meha Remezanê derfeta çandina ruhê hestiyarî û hevgirtinê di nava ferdên civakê de ye.

Ew ne tenê meha nexwarin û vexwaarinê ji berbangê heta bi mexribê ye, lê belê me fêr dike ku em hestên din bizanin.

Rojiya di meha Remezanê de me fêrî wateya sebrê dike û dibe alîkar ku em bi xizan û hewcedaran re zêde hestiyar bin.

Xêr û zekat rêgeza hevgirtina civakî xurt dikin.”

El Esed bal kişand ser girîngiya lidarxistina însiyatîfên mirovî di vê mehê de û got:

“Kongra Îslama Demokratîk her tim hewl dide nirxên aştî, hevjiyan û diyalogê di nava tevahî ol û mezheban de bi pêş bixe, bi taybet di Remezanê de.”

Back to top button