Di bexçeyên Îlham de şînahî û fêkiyên cur be cur hene

Jina bi navê Îlham Yaqûb zêdeyî 10 sal in xebatên çandiniyê dike û di hundirê bexçeyê xwe de şînahî û fêkiyên cur be cur diçîne. Îlham da zanîn ku ew bi vî karî debara mala xwe dike û hem jî çandinî jiyanê xweş dike.

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta roja îro, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan di qada aboriyê de pêşketinên ber bi çav ava kirin.

Jinan destkeftiyên xwe yên dîrokî heta roja îro anîn û aboriya xwe ya xweser ava kirin.

Îro jî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi çandinî, kooperatîf û avakirina bazaran xwedî mîrasên xwe derdikevin.

Jina bi navê Îlham Yaqûp ji bajarê Qamişlo ye û xwe bi xwe aboriya xwe li mala xwe ava kiriye û zêdetirî 10 salan e di nava bexçeyê xwe de her cure fêkî û şînahî çandiye.

Îlham di destpêka gotina xwe de behsa şînahî û fêkiyên ku di bexçeyê xwe de diçîne kir û got:

Îlham da zanîn ku wê bi riya çandiniyê gelek tecrube bi dest xistiye.

Ilham Yaqûb: Çandinî bajaran xweş dike

Îlham Yaqûp da zanîn ku şînahî rengek xweş dide mala mirovan û dibêje:

Di dema niha de peydakirina pêdiviyan pir zehmet bûye loma divê tevahî jin pêdiviyên xwe bi destên xwe pêk bînin.

Her wiha di dema pêş de ez dixwazim bexçeyê xwe firehtir bikim, bîrekî avê bikolim û gelek cureyên fêkî û şînahiyan biçînim.

Back to top button