Li Efrînê Çeteyên dagikeriyê mal û dikanên Kurdan difiroşin

Di çarçoviya guhartina demografiya Efrînê de, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê, malên Efrîniyan bi buhayekî erzan didin malbatên çeteyên xwe yên ji Idlbê hatine. Tevî van kiryarên dagirkeran li ser şêniyên Efrînê, rewşa jiyanî jî zehmet bûye. Ji nan bigre heta sotemeniyê hemû pêdiviyên jiyanî bibuha bûne û çete jî vê yekê li dijî şêniyan bikar tînin.

Li Efrîna ku hatiye dagirkirin, jiyan di her warî de zehmet bûye.

Malpara Efrinpost diyar kir ku çeteyan malê şêniyê bi navê Cemîl Hesen ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi 2 hezar û 500 Dolar dane kesekî ji bajarê Seraqêbê reviya ye.

Her wiha bazarganekî Idlibî dikanek li navenda Efrînê, ji serçeteyekî bi 3 hezar û 500 Dolar kiriye.

Bi gurbûna şer li Idilê re çeteyên dewleta tirk mal û milkên Efrîniyan difiroşin kesên ji Idilbê direvin û li Efrînê bi cih dibin.

Rêxistina mafê mirovan ya Efrînê jî ragihand ku 27’ê Sibatê çeteyên dagirker şêniyê bi navê Lewand Mihemed Hesen (25) yê ji gundê Miskê jorîn yê navçeya Cindirêsê bi îdiaya ku bi rêveberiya xweser re kar dikir, revand.

REWŞA JIYANÎ YA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ GELEKÎ XIRAB E

Li Efrînê rewşa jiyanî jî zehmet bûye.

Çavkaniyekî ji ajnasa Hawar re diyar kir ku ji ber artêşa Tirk dikanên bazirganiyê yên sivîlan girtine, deriya rizqê şêniyan jî qut bûye.

Çavkanî diyar kir ku kel û pel li Efrînê pir buha bûye, Kîloya nan 500 L.S ye, gaz nêzî 10 hezar û 500 L.S ye, bermîla mazota150 hezar e her wiha lîtreya benzînê jî 900 L.S ye.

Back to top button