Rejîm û Hikûmeta Hefter muzekereyeke lihevkirinê îmze kir

Rêjîma Sûrî bi hikûmeta demkî ya Lîbyayê re, li ser vekirina balyozxaneyên xwe û yekbûna hewlwestên li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê li hevkirinek.

Wezîrê Derve yê rêjîma Sûrî, Welîd El-Muelim, îro serdana Lîbyayê kir û bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Lîbyayê ku girêdayî Mûşîr Xelîfe Hefter re, civiya.

Herdu aliyan, ji bo vekirina balyozxane û navndên diplomasî, peymana lehevkirinê îmze kir.

Aliyan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li herdu welatan, hevkariya xwe teqez kirin.

Welîd El-Muelim got, ji bo pêşî li çavbirçîbûna dewleta Tirkiyê û dagirkeriya wê di Sûriye û Lîbyayê de were girtin, divê hevkariya û têkiliya herdu welatan bi hêztir bibe.

Back to top button