Ji bo hevdîtineke navbera Erdogan û Putin hewldan tên kirin

Piştî binketina danûstaninên Enqere û Moskoyê derbarê Idlibê de, ji bo lidarixstina hevdîtineke navbera serokê Rûsyayê û hempîşeyê wî yê Tirk de danustandin pêk hatin.

Wezareta derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hembpîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çaûşoglu re bi riya telefonê axivî.

Wezaretê diyar kir ku hemû tedbîrên ji bo lidarxistina hevdîtineke nêz ya navbera serokê Rûsyayê û yê Tirkiyê de hatine standin.

Berdevkê Kremlin jî Dîmitrî Pîskov ji aliyê xwe ve ragihand ku naveroka hevdîtrina Putin û Erdogan wê hevpeymana Sochî be.

Beriya niha jî Kremlin diyar kirbû ku dibe 5 û 6 Adarê hevdîtin pêk bê.

Back to top button