Şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Semîr Asya hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Semîr Asya li oxirkirin.

Her wiha di merasîmê de nasnameya du şervanên din yên Meclisa Leşkerî ya Suryan JÎ hatin eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Semîr Asya merasîmek li darxistin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdên Suryan Asûr a taxa Nasrayê ve ketin rê.

Li goristanê piştî rêzgirtinê li ser navê Hêzên Sotoro Akad Hena axivî, sersaxî ji malbat şehîd re xwest û got,

Şehîd sembola serkeftin û rumetê ne, ji bo parastina welat berdêlên giranbuha dane.

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan a Buroya Hesekê Ebîr Îlya jî axivî, sersaxî ji şervanên li eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û rola şehîdan a di parastina welat de destnîşan kir.

Her wiha Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Armîn Mado jî axivî, bal kişand ser berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Suryan û destnîşan kir ku xwîna hemû pêkhateyan di ber vî welatî de tevlihev bû.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Stêla Murad nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Her wiha şehadeta şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan Zeyd Salih bi nasnav Aryos Hesekê û Hemze Mûsa bi nasnav Sebro hate ragihandin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Semîr Asya di nava slogan û tilîliyên dayikan de hat veşartin.

Back to top button