Bîlançoya 23 rojan a êrişên dewleta Tirk a dagirker

Dewleta Tirk bê ser û ber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî dike..
Tenê di nava 23 rojan de dewleta Tirk êrişî 42 deverên herêmê kir.
Di encamê de 4 welatî şehîd bûn..
11 leşkerên hikumeta Şamê jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û çekên giran welatî û cîh û warên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef..

Li gor QSD’ê artêşa Tirk di nava 23 rojan de 42 gund û nuqte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye armanc ..

Destpêka vê mehê artêşa Tirk bi çekên giran û doçkayan aliyê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir..

7 gund ,rêya M4 û kampa navçeyê bûn hedefa êrişan ..

Artêşa qirker 12 gundên kantona Efrînê jî kir armanc .

Di encamê de 11 endamên hêzên hikumeta Şamê ku di nav de 3’ê ji wan efser birîndar bûn.

9 gundên Şehbayê jî hatin topbaran kirin ..

Gundên Gozeliyê, Oce, Tewîle û Til Tewîl ên Asûriyan ên navçeya Til Temirê ya Hesekê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Heman dagirkerî bi çekên giran gundê Ziyare yê li Kobanê topbaran kir.

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov jî gelek dever bombebaran kirin ..

Di 2′yê Çileyê de gundê Oce yê Til Temirê hat bombebaran kir..

Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de bûn.

Piştî wê bi rojekê gundê Til Tewîl-Meşro yê li bakurê Hesekê bûn hedef ..

Tê de 2 şervanên QSD′ê birîndar bûn.

Di 6’ê haman mehê de gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê hate bombebaran kirin..

Di encma vê êrişê de Zarokê bi navê Elî Xelîfe (10) birîndar bû.

Di heman dîrokê de balafirekê gundê Soxanekê yê kantona Efrînê ya dagirkirî kir hedef.

Balafireke bêmirov di 11’ê heman mehê de erebeyek li ser rêya M4 a di navbera Hesekê û Qamişloyê de kir armanc .

Gundê Qermitlo yê Qamişloyê jî di 12’ê mehê de hat bombebaran kirin..

Di 18′ê de de balafireke bêmirov Rawestgeha Arî ya li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombebaran kir…

Di vê êrişê de jî 3 welatî bi navê Ebdurehman Hisên Hesam, Ehmed Elî û zarokê bi navê Ehmed El Salim şehîd bûn.

Ya herî dawî nuqteya Têkiliyên Leşkerî li Rimêlanê hat bombebaran kirin..

Şervanê QSD′ê Mihemed Hacî Mihemed (Rojhat Hesekê) di êrişê de şehîd bû.

Ev hemû êriş jî li dijî welatiyan û mal û milên şeniyên heremê pêk hat.

Back to top button