Serma û seqemê Brezîlya xistiye nava metirsiyeke mezin

Di demekê ku beşeke mezin a cîhanê di nava germayê de ye, li Brezîlya seqemek zêd heye.
Lê li Brezîlyayê pêla sermayê ya ne asayî li ser bi hezaran mirovên bêmal û berhemên çandiniyê bûye metirsiyeke mezin.

Li başûrê Brezîlyayê, ji bo meha Gulanê serma û seqemeke ne ji rêzê heye.

Doh asta germahiya li paytext Brasiliayê 1.4 pile bû.

Di dîroka wê de ev yek jî roja herî sar bû.

Li vî welatî, demsala zivistanê bi rengekî fermî meha Hezîranê destpê dike.

Di nexşeya Brezîlyayê de ku li malpera înternetê ya saziya meteorolojiyê Inmetê hate weşandin, başûrê welêt bi rengê pirtiqalî tê nîşandan û hişyariya “pêla sermayê (metirsîdar)” hate dayin.

Li Sao Paulo jî rewş heman e.

Roja Çarşemê kesekî bêmal ê 66 salî di rêza xwarinê de nexweş ket û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî medya Brezîlyayê kesê navborî bi şev li derve mabû.

Şaredariya Sao Paulo destpêka hefteyê ji bo mirovên bêmal stargehek ji 2 hezar kesî re amade kir.

Bi vî rengî kapasîteya stargehên li vî bajarî yên ji bo mirovên bêmal gihîşt 17 hezar kesî.

Back to top button