Li Bexdayê 17 xwepêşander birîndar bûn

Piştî ku hêzên ewlehiya Iraqê rêyên sereke û pirên Bexdayê vekirin, şevê borî careke din pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de derket û hejmarek xwepêşander ji gaza rondikrêj bi bandor bûn.
Istixbarata Iraqî jî planên grûpeke çeteyan pûç kir û berpirsê wê, ku lîderekî mezin ê DAIŞ’ê ye, binçav kir.

Şevê borî li Bexdayê hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anî û 17 xwepêşander ji gazê bandor bûn.

Çavkaniyên herêmî eşkere kir ku hêzên ewlehiyê li qada Xilanî çifteyên nêçîrê li dijî xwepêşanderan bikar anîn.

Xwepêşandan vê sibehê li Nasiriye jî hatin lidarxistin û hêzên ewlehiyê ji bo jihevbelavkirina xwepêşanderan, fîşek berdan.

Istixbaratê planeke terorîst pûç kir û serçeteyekî DAIŞ’ê binçav kir

Her weha ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand ku pergala ”Bazên Istixbaratê” planeke çeteyan a li dijî hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan, pûç kir.

Rêveberê giştî yê istixbarata dijeterorê û serokê pergala ”Bazên Istixbaratê” Ebû Elî El-Besrî diyar kir ku armanca çeteyan, pêxistina şerê navxweyî, kuştina sivîlan û rûxandina aboriya welêt in.

El-Besrî binçavkirina berpirsê grûpê, ku lîderekî payebilin ê DAIŞ’ê ye, teqez kir.

“NATO” erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh dike

Li aliyekî din û tevî bilindbûna dengan ji bo bidawîkirina hebûna hêzên biyanî, wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê daxwaza Amerîka ji bo ku NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kir.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di kongreyeke çapemeniyê de, wiha anî ziman:

“Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê îro daxwaziya serokê Amerîka Donald Trump ji bo ku NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kirin.”

Back to top button
Close
Close