Li Til Temirê 13 çete hatin kuştin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh şev êrişê gundên Til Temirê kirin, di encama besivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê de 13 çete hatin kuştin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê doh bi şev êriş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiyê yên Til Temirê.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di cih de bersiv dan û şerekî dijwar li herêmê qewimî.

Di encama şer de 13 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Her wiha gele cebilxaneyên çeteyan kest destê şervanan.

Artêşa Tirk gundên Şehba topbaran kirin

Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bêluniye, Eyn Deqna û Meranaz ên kantona Şehbayê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama êrişê de zirarên madî çêbûye.

Back to top button