HDP’ê: Hin alî dixwazin DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin

HDP’ê 1′ mijdarê roja Kobanê ya cîhanî pîroz kir.

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

HDP’ê diyar kir ku ji 7 salî heta 70 salî gelê kurd û dostên wan bi berxwedana Kobanê ve parastina nirxên mirovahiyê kir.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de Roja Kobanê ya cîhanî silav kir ku got:

“Li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên girseyî yên demokratîk di 1’ê Mijdara 2014’an de Roja Piştevaniya bi Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.

Ji çar aliyên cîhanê gel ji bo piştgiriya bi Kobanê re rabûn ser piyan.

Em wek HDP rihê piştevaniya enternasyonalîst a gelên cîhanê ya ku paşeroj ronî kiriye û tarîtiya DAÎŞ’ê ji holê rakir di salvegera 6’an de silav dikin.

HDP’ê dazanîn ku her çendî DAIŞ bi berxwedana Kobanê ve ji aliyê leşkerî têk çûbe jî, lê ji aliyê hişmendî ve hîn jî heye û hin alî hewildidin DAIŞ’ê zindî bikin.

HDP’ê li dijî hişmendiya DAIŞ’ê banga têkoşîna hevpar li gelê Kurd, dostan, her kesên azadî û demokrasiyê dixwazin kir.

Back to top button