Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê nuqteya guherînê bû

Rêveberiya Xeweser a Bakur û Rohilatê Sûrî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û berxwedana Kobanê weke nûqteya guherînê di şoreşa Rojava de pênase kir.
Rêveberiyê bang li hemû gelên cîhanê kir ku piştevaniya xwe bi bakur û Rojhilatê Sûrî bidomînin û li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

Rêveberiya Xeweser a Bakur û Rohilatê Sûrî têkildarî 1’ê Midarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîkî weşane û berxwedana Kobanê weke bingeheke girîng û nûqteya guherînê di şoreşa Rojava de pênase kir.

Rêveberiya Xeweser diyar kir ku berxwedana Kobanê hîna rêya ber bi parastina nirxinên şoreşa gel û berxwedan 58 rojan a Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî beşek ji wê berxwedanê ye.

Rêveberiya Xeweser spasiya hemû gelên ku piştevaniya berxwedana dîrokî kirin û şehîdên berxwedanê li bakur û Rojhilatê Sûrî bi bîr anî û got:

“Berxwedana Kobanê destpêka şkandina xwenda çeteyên DAIŞ’ê û hêzên ku xwestin bi rêya DAIŞ’ê dewleteke tunderw li Sûriyê ava bikin.

Em teqez dikin ku em ê rêya berxwedanê ji bo pêkanîna daxwaz gelê me ya avakirina Sûriya Demokratîk, ku ew bijarteya me ye berdewam bikin.”

Rêveberiya Xweser: Divê piştevaniya gelên cîhanê bi herêmê re bidome

Rêveberiyê, anî ziman ku piştevaniya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê yên bi navê “artêşa Niştimanî ya Sûrî” û sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê, gefê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê dixwe.

Rêveberiya Xeweser di dawiyê de bang li hemû gelên cîhanê kir ku piştevaniya xwe bi berxwedana li dijî terorîsat li bakur û Rojhilatê Sûrî dewam bikin û li dijî sûcên dagirkeriya Tirk rabin, da armacên roja cîhanê pêk bên.

Back to top button