Li Efrîna dagirkirî di hefteyekê de 16 welatî hatin revandin

Li nava Efrîna dagirkirî, her roj agahiyek din a biêş û kiryarek hovane tê bihîstin.
Ji roja Efrîn hatî dagirkirin û heta niha hema ev agahî qet kêm nabin.
Ev hovîtî bi despêkirina sala nû re jî derketibûn.
Navenda Belgekirina Sûcan diyar kir ku tenê di hefteyekê de 16 welatî li Efrînê hatine revadin.
Heta niha aqûbeta van kesan jî nayê zanîn.

Navenda Belgekirina Sûcan derbarê sûc û kiryarên ku li Efrînê têne kirin de raporek parve kir.

Navendê ragihand di hefteya yekemîn a meha Adarê de, herî kêm 16 welatî hatine revandin.

Di berfirehiya raporê de, navê kesên hatine revandin û cihê jê hatine ravandin jî hatiye parvekirin.

Piraniya van kesan jî ji navçeya Raco û Cindirêsê ne.

Ji Efrîn û Cerablusê 14 welatî hatin revandin

Back to top button