Xelkê bajarê Hesekê ji bo gêrîlayê HPG’ê şehîd Şaho Dalaho merasîmekî xiyabî li dar xist.
Şehîd Şaho li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 14`ê Tîrmeha 2017`an di êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo şehîd Şaho Dalaho merasîmek xiyabî li dar xist.
Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Hesekê sersaxî da malbata şehîd Şaho.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî axivî û got:
“Şehîd Şaho li Dirbêsiyê, Serêkaniyê û sînorên Iraqê li dijî DAIŞ`ê têkoşiya.
Ev têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê jî heta şahadeta xwe domand.”
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.