Li Helebê banga hilweşîna Coalnê tê kirin

Li Idlib û Helebê li dijî siyastên heyet Tehrîr El Şam xwepêşandan didomin.
Çalakvanên Helebê ji bo tevîl xwepêşandanên li Idlibê bibin bi rê ket.
Li ser riya Heleb-Idlib çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam rê li ber wan girtin.

Li herêmê di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye, gel û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin pêşberî hev.

Îro piraniya wan jin gelek kesan ji Helebê bo tevlî xwepêşandanên li Idlibê bibin birê ketin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li ser benda kontrola riya Heleb-Idlibê rê li ber xwepêşandêran girtin û nehiştin çalakvanên Helebê bighêjin Idlibê.

Xwepêşandêran li wir banga hilweşîna deshilata Ebu Mihemed El-Colanî kirin.

Her wiha xwestin girtî werin berdan û kesên li zindanan êşkence li girtiyan kirî bên darizandin.

Di nava demên dawiyê de, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li herêmên di bin kontorla xwe de, zextên li ser welatiyan zêde kir û gelek kes girtin.

Vê yekê li van herêman, rê li ber xwepêşandanan vekir.

Di serî de jin, kesên dadikevin qadan daxwaza berdana girtiyan dikin.

Balkêşe piştî vê yekê yek ji muxalîfên çeteyan yê binavê Ebû maria El Xetanî serbest hatibû berdan.

Back to top button