Li Şehbayê şervanê YPG’ê Çekdar Efrîn hate oxir kirin

Efrîniyên ku li Şehbayê dimînin cenazeyê şervanê YPG`ê Çekdar Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Ehrezê oxir kir.

Çekdar Efrîn, bi nasnav Hesen Mihemed demeke dirêj bû bi nexweşiya kezebê ketibû..

Tevî hemû hewildanan jî 18’ê Cotmeha 2022`yan li Helebê şehîd bûye.

Çekdar Efrîn di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cîhê xwe di enîyên pêş de digirt.

Şêniyan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekî Çekdar oxir kirin …

Li vir Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî..

Xedîce sersaxî ji malbata şehîd Çekdar Efrîn û xelkê Efrînê re xwest.

Endama rêveberiya Kongra Star Gulê Mihemed jî axivî ..

Gulê teqezî bi piştgiriya berxwedana gerîla li hember êrişên dagirkeriya Tirk kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de sparte axê.

Back to top button