Îro Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Mihemed Fadil El-Şêx û şervanê Mecilsa Minbic ya Leşkerî şehîd Elewî Mistefa El-Hisên bi merasîmekê li goristina şehîdan oxir kirin.
şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Şehîd Mihemed Fadil El-Şêx û Şervanê Mecilsa Minbic ya Leşkerî şehîd Elewî Mistefa El-Hisên dema erkên xwe yên leşkerî dikirin, şehîd bûn.
Şêniyan cenazeyê her du şehîdan ji nexweşxaneya Firatê ya li herêmê wergirt û birin goristina şehîdan a li rojavayê bajêr.
Di merasîma oxirkirina şehîdan de, fermandarê Meclisa Babê ya Leşkerî Nadir El-Meşnûq axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
El-Meşnûq diyar kir ku bi xwîna şehîdan welat hatiye parastin û soza domandina berxwedanê da.
Li ser navê malbatên şehîdan jî axaftin hatin kirin û hat gotin ku ji bo aramiya gel û rizgarkirina welat şehîd canê xwe didin.
Piştî axaftinan, nasnameya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.