Li navçeya Ranya û Binarê Qendîlê bi du çalakiyan karanîna çekên kimyawî hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaz ji hemû gelê Kurd û aliyên siyasî hat kirin li dijî êrişên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin. Li Germiyan jî li dijî karanîna çekên kimyawî nerazîbûn hat nîşandan.
Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoşer li navçeya Ranyayê kon hat danîn..
Di çalakiyê de Çalakvan Seyîd Xalid avivî û got: “Em bang li tevayî gelê Kurd, azadîxwazan û rêxistinên mafên mirovan dikin bi erka xwe rabin ..”
Bi heman armancê li Binarê Qendîlê jî meşek hat lidarxistin ..
Di meşê de hat xwestin li dijî binpêkirin û êrişên dewleta Tirk helwestek cidî were nîşandan.
Li dijî “Çekên Kîmiyewî” li Germiyanê meşek pêk hat
Li Germiyan jî li dijî karanîna çekên kimyawî nerazîbûn hat nîşandan .
Tê de bang li tevayî hêz û aliyên siyasî û gelê Kurdistanê hat kirin Li dijî dagirkeran rabin.