Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî têkildarî rewşa koçberên li herêmê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rêveberiyê destnîşan kir ku rewşa li kampa Holê fikran çêdike û bang li Netewyên Yekbûyî kir ku erka xwe ya li hemberî niştecihên li kampê bi cih bînin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî derbarê rewşa koçberên li herêmê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Luqman Ehmê di civînê de axivî.
Luqman Ehmê diyar kir ku kampa Holê ji 7 beşan pêk tê û hejmara kesên lê dimînin 67 hezar kesin û ev kes di rewşeke aloz de ne.
Ehmê destnîşan kir ku raporên rêveberiya sivîl a kampê yên derbarê rewşa niştecihên li kampê de, di her aliyan de pêşkêş kirine û got:
Rewşa kampê cihê fikaran e. Li kampê gelek pirsgirêk ên wek niştecihbûn, tenduristî, kêmbûna alîkariyan, her wiha binsaziya kampê hene.”
Desteyên Netewyên Yekbûyî û rêxistinên Mirovî li gorî tê xwestin ni erkê xwe ranabin.
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li desteyên Netewyên Yekbûyî , saziyên hiqûqî û exlaqî kir ku erka xwe ya li hemberî koçberên li kampê bi cih binin.
Li ser vê yekê divê destek bi Rêveberiya Xweser li gorî 5 xalên sereke were dayîn:
1-Desteka mirovî ji bo hemû niştecihên li kampê were dayîn.
2-Destek were dayîn da ku kamp were berfirehkirin û binsaziya wê were amadekirin.
3-Nuqteyên tenduristiyê an jî nexweşxane werin vekirin.
4-Beşê awarte were pêşxistin û erebeyên ambulansê werin zêdekirin.
5-Pirsgirêkên kanalîzasyonê werin çareserkirin.”