Jinên Başûrê Kurdistanê Nerazîbûn Nîşanê armancgirtina Jinên Pêşeng dan û soza dewamkirina têkoşîna wan dan.
Dewleta Tirk a dagirker armancgirtina pêşengên şoreşê dewam dike herî dawî Hevseroka Kantona Qamişlo Yisra Derwîş û cîgira wê Lêman Şiwêş hedef girtin .
Jinên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku dijmin ji hêz û pêşengtiya jinê ditirse ji ber vê yekê rojane jinên pêşeng dike armanc.
Siruşt Helebceyî: Erîşên dijmin me çavtirsandî nakin
Şêwirmenda yasayî Siruşt Helebceyî da zanîn ku dijmin ji pêşengtiya jinê ditirse ji ber dema jin pêşeng be wê civak û welat jî pêşbikevin .
Siruşt diyar kir ku bi şehîdxistina jinan çavtirsandî nabin berovajî wê hestên têkoşînê di dilê wan de geştir bibe.
Cîhan Salih: Emê bi êrişan gav paşde navêjin
Sekretera Xaniman ya Partiya Sewz Cîhan Salih da zanîn ku xebata jinan dewam dike, wê dijmin nikaribe bi êrîşan jinan ji pêşengtiyê dûr bixin .
Banu Helebceyî: Mamostyên civakê hedef digrin
Endama RJAK’ê Banu Helebceyî got;
“Jinên dibin hedef di nava gel de diyar, mînak û têkoşerin di asta mamosteyên civakê de bûn.
ya cihê kêfxweşiyê ku jinên pêşeng bi hezaran jin perwerde kirin u pêşxistin.”