Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi beşdarbûna şenî, rûspî, endamên sivîl ji bo şîrovekirina rewşa siyasî, nexşerêya Astana û beyannameya Rêveberiya Xweser civînek li dar dar xist.
Di civînê de cîgirê sekreteriya giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û têkîldarî rojevên heremê nirxand.
Cahid Hesen destnîşan kir ku li Astanayê çareserî pêk nehat berovajî li dijî berjewendiyên gelê Suriyê helwest hat nîşandan û got:
“Di vê dawiyê de li Kazaxistanê nexşerêya Astanayê li dar ket.
Ev nexşerê, alozî girêktir kir li şûna ku çareser bike. Ji ber ku hevalbendiyên li dijî gelê Sûriyê ava bûn. ”
Hesen diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser biryara darizandina DAIŞ’ê da dagirkeriya Tirkiyê li dijî heremê êrîşên xwe zêde kirin.
Hesen îşaret bi fişarên li ser Rêveberiya Xweser kir û ev yek got:
“Tirkiye û desthilata Şamê bi normalîzekirinê dixwazin Rêveberiya Xweser neçar bikin ku daxwazên pergala Tirk qebûl bike.
Lê Rêveberiya Xweser niha ji berê bêtir bi hêz e û xwedî biryar e.”