Ji bo Endamê Meclisa PJAK’ê şehîd Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) li Bajarê Mahabadê konê Sersaxiyê hat danîn. Dayîka Şehîd Rêzan Cawîd got; “Serê Rêzan bi qasî çiyayê Qendîlê bilind e.”
Bi hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û dayîkên aştiyê tev li merasima sersaxiyê ya li Mahabadê bûn.
Li merasima sersaxiyê stranên şoreşgerî hatin gotin û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berz kirin.
Dayîka Şehîd Rêzan jî di merasimê de axivî û got; Ez dayîka Rêzan Cawîdim. Ez bi kurê xwe serbilindim. Sêrê Rêzan bi qasî Çiyayê Qendîlê bilind e.”