Hêlîn Ûmît: Gerîla dijmin tarûmar kiriye û dîrok dinvîsîne

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît dibêje ku gerîlayên azadiyê li Zap û Avaşînê şerekî bi heybet dimeşînin û dîrokekê dinvîsin. Hêlin Ûmît bang li gelê Kurd bi taybet yê li Bakurê Kurdistanê kir ku li dijî şerê qirkirinê bi erka xwe rabin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tevlî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û şerê gerîla yê li dijî dagirkean nirxand.

Hêlîn Umît li ser berxwedana gerîla a li dijî dagirkeran got: “Hevalên me şerekî tolhildanê yê bi heybet dimeşînin.

Dagirkeran, qirkeran û mêtingeran ceza dikin. Vê berxwedanê hiştiye ku dagirker li ser hatine xwe poşman bibin. Heval li wir dîrokekê dinvîsin.”

Hêlîn Ûmît: Dagirker di wir de asê mane

Hêlîn Umît balkişand ser binketina dewleta Tirk a di vê şerî de û ev tişt anî ziman:

Çapemeniya Tirk kêm caran qala vî şerî dike, cihekî berfireh hîn jî nedayê. Zêde deng ji wan dernakeve.

Eger bi rastî jî encam girtibûna gelo wê bi vî rengî nêzîk bibûna? Ev rastiya heyî radixe ber çav.

Hevalan wisa li wan kirine, hiştine ku gavekê jî bi pêş de navêjin û dê gavan bi pêş de navêjin jî. Dagirker di wir de asê mane.”

Hêlîn Ûmît: Dewleta Tirk wê bi hêza pereyan bi ser nekeveç

Hêlin Ûmît di dewama axaftina xwe de diyar kir:

”Dewleta Tirk wê bi destê xayîn, çete û kesên ku bi pereyan anîne ji bo şer bikin dê bi ser nekeve.

PKK xwedî armancên mezin e, gerîla jî di asta eşqê de bi azadiyê û armancên xwe ve dilsoz e, lewma serdikeve.

Ji bo wê artêşa dagirker wê nikaribe bi pereyan vî şerî ser bixîne.”

Hêlîn Ûmît: Divê gelê Kurd bi taybet yên li Bakur li dijî vê şerî rabin

Dawiya nirxandina xwe de endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Ûmît ev bang kir:

”Ez bang li gelê Kurd bi taybet yên li Bakur dikim ku li dijî vî şerî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabin.”

Back to top button