Şêx û rûspiyê eşîrên Ereb û Kurd ên herêma Cizîrê li hemberî hewldanên qirkirineke nû ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek dan Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê kirin.
Sûc û kirinên dewleta tirk a bi Hevkariya PDK’ê berdewam dike….
Şêx eşîra Sada El-Hiyalîyîn, Eledîn El-Ehmed،behsa armancên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê kir û got:
“Dewleta Tirk êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Bi beşdarbûna PDK`ê êrişên xwe zêde dike.
Ev hemû ji bo pêkanîna planên osmanî, derxistina tevliheviyê li herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.”
El-Ehmed di dewama axaftina xwede diyar kir ku hemû êrişên dewleta Tirk di çarçoveya plana osmanî ya Mîsaqî Millî de têne kirin ku ji Mûsil û heta Helebê careke din tev li xwe bike.
Şêxê eşîra El-Benî Sebha, Hesen Silêman El-Bû Xidir jî dibêje
“Planên dewleta Tirk ne nû ne û Dixwaze qada dagirkirina xwe berfireh bike û nasnameya kurdî, êzidî tune bike, her wiha projeya ku ji aliyê rêber û ronakbîr rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, têk bibe.
Ew jî projeya biratiya gelan, hevgirtina Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan e.”
Şêx eşîra Kaska ya Kurd, Mihemed Seîd El-Nayif destnîşan kir ku divê Iraqê xeteriya planên ku li ser tê kirin, nas bike.
El-Nayif axaftina xwe wiha domand
“Dewleta Tirk heger ne li gorî berjewendiyên wê be xizmeta tu dewletan nekiriye û nake.
Dagirkirina wê ji Efrînê re, guhertina demografî û têkbirina nasnameya kurdî pêk anî.
Niha jî Erdogan heman senaryoyê li Başûrê Kurditanê dûbare dike.”
Şêxên eşîrên Ereb û Kurdî yên herêma Cizîrê di dawiyê de bang li hemû pêkhateyan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û hevgirtî bin , Bi yekitiya xwe û hêzên xwe em ê li hember êrişên osmaniya nû bisekinin.