Konfernsa 2`yemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê li dar ket

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê îro konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xist.

Konferans li hola Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin..

Tê de endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, a Minbicê, beşdar bûn.

Di destpêka konferansê de, Mizgîn Cotkar bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî ..

Mizgîn bal kişand ser rola mezin a ciwanan di birêxistinkirina civakê de..

Endama Yekitiya Jinên Azad a Minbicê Sara Îbrahîm perspektîfên rêber Ocalan ên li ser ciwanan xwendin ..

Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên yekitiyê hat pêşandan..

Di dawiya konferansê de, gelek biryar hatin stendin..

Hinek ji biryarên sereke ev in:

“Zêdekirina perwerdeyên girtî..

Pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ji bo pêşxistina aboriya jinên ciwan..”

Di dawiya konferansê de, beşdaran 11 endam ji bo Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê hilbijartin.

Back to top button