Şandeya DEM Partî li gundên Rihayê bi gel re civiya

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari li navçeya Sêwêreg a Rihayê bi gel re civiya got: Em ê şarederiya Rihayê û Sêweregê jî bi dest bixin.
Tuncer Bakirhan jî li Sêrtê di vekirina buroya hilbijartinê de balkişand li ser girîngiya hilbijartinê û got:
Eger em winda bikin, em ê Rojava jî winda bikin.
Li Başûrê Kurdistanê jî wê kurd bêne kuştin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartina şaredariyan de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan bênavber bi gel re dicive.

Îro yek ji navnîşana hevdîtinan gundê Şêxûlî yê navçeya Sêwereg a Rihayê bû.

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û şandeya pêre tev li hevdîtina bi gel re bû.

Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê û Sêweregê jî di nav de, girseyeke qelebalix şande pêşwazî kir.

Tulay Hatîmogûllari: Desthilatê li Tirkiyê çandinî û sewalkarî tune kir

Tulay Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û bertek nîşanî girtina 17 endamên partiyê da.

Bi domdarî Tulay bal kişande li ser mitînga şefê rejîma Faşîst Tayyîp Erdogan a li duh li Rihayê li dar xistibû û wiha got:

“Erdogan gotiye ’em ê siyaseta xizmetê bikin.’

Ez ji we dipirsim; gelo heta niha ji bo Rihayê çi xizmet kirine?

Xelkê Rihayê îro bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ye.

Ciwanên me ji ber bêkariyê dikevin rêyên koçberiyê.”

Tulay Hatîmogûllari: Em ê şaredariya bajarê mezin a Rihayê bi dest bixin

Li dijî vê krîza aborî Tulay Hatîmogûllari, got;

Em ê Rihayê û Sêweregê jî bi dest bixin.

Bi vê yekê re wê li gel tevahiya gelên Rihayê bi hev re fêkiyên dara DEM Partiyê kom bikin.

Piştî axaftinan govend hate gerandin û hevdîtin bi dawî bû.

Bakirhan li navçeya Xana Hawêlê ya Sêrtê tev li vekirina buroya hilbijartinê bû

Hemwextî vê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li navçeya Xana Hawêlê ya Sêrtê tev li vekirina buroya hilbijartinê bû.

Tuncer Bakirhan: Eger em vê hilbijartinê winda bikin em ê Rojava winda bikin

Tuncer Bakirhan diyarkir ev hilbijartin ne tenê yên şaredariyane û ev tişt anî ziman:

“Eger em vê hilbijartinê winda bikin, em ê Rojava winda bikin.

Wê welatparêz li Dihok û Silêmaniyê bên kuştin.

Eger em bi ser kevin wê kurdên tune tên hesibandin bi ser kevin.”

Bakirhan û şandeya pê re paşê serdana Gora Weysel Qeranî kirin.

Piştî serdanan şandeya DEM Partî derbasî navçeya Xîzan a Bedlîsê bû.

Hevseroka giştî ya DEM Partî Hatimogullari li Mêrdînê bi gel re civiya

Back to top button