Qahîre 30 balefirên Rafale ji Parîsê dikire

Bi geşbûna aloziya li Rojhilata Navîn re, Misir jî hêza xwe ya leşkerî zêde dike. Wê Misir ji Fransayê 30 balefirên şer ên Rafale bikire.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê spartî çavkaniyên xwe, hikumeta Fransayê got,

Bi Misirê re gelek nîqaş hatin kirin û dibe ku di demeke nêz de daxuyanî were dayîn.

Li gorî agahiyên ku medyaya bi navê Dîsclose daye di navbera Misir û Fransayê de 26’ê Nîsanê peymaneke bi qasî 3,95 milyar eûro hatiye îmzekirin.

Di vê peymanê de 30 balefirên şer û fuzeyên MBDA, Safran Electronîcs û Defenseyê hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye Misirê 2015’an jî ji Fransayê 24 balefirên şer ên Rafale kirîbû û bûbû yekemîn welatê biyanî ê ev balefir kiriye.

Back to top button