Ji 26 welatên Ewropa û DYA 28 hezar leşker beşdarî tetbîqata “Defender Europa 21” bûn

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hêza xwe nîşan dide. Ji bo vê yekê jî tetbîqat li ser tetbîqatê pêk tîne. DYA bi 26 welatên Ewropa re tetbîqata “Defender Europa 21” da despêkirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê DYA (Pentagon) John Kirby têkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de axivî.

John Kirby diyar kir ku ji meha Adarê ve amadekariyê ji bo despêkirina tetbîqata “Defender Eurupe 21” dihate kirin.

Tetbîqat wê heta meha Hezîranê jî dewam bike.

Kirby got:

Tevî DYA, hevalbend û hevkarên wan wê 26 welat bi beşdarbûna 28 hezar leşkerî tevî tetbîqatê bibin.

Ev yek jî wê ji bo rewşên derketina krîzan de were dayîn.

Ev tetbîqat ji bo gelek netewên ku hevdu dihewênin pêk were.

Kirby anî ziman ku tetbîqat li Arnawutlukê despê kiriye.

Her wiha di tetbîata li Alaska jî 15 hezar leşker û 240 balefir beşdar bûne.

Tê texmînkirin ku herdu tetbîqat wê Rûsya bihêrs bike.

Lê Berdevkê Wezareta Parastinê yê DYA (Pentagon) John Kirby dibêje, dijberê tetbîqatên Rûsya ev, yek hemû bi awayekî zelal pêk were.

Back to top button