Hevseroka giştî ya DEM Partî Hatimogullari li Mêrdînê bi gel re civiya

Di nava atmosfera meha Adarê de, li bakurê Kurdistan û Tirkiyê xebatên hilbijartina şaredariyan tê kirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê, Hevserokên DEM Partî bi coşa 8’ê Adarê û pêşengiya jinan li qadanin.
Hevserokên DEM-Partî li dijî veguhestina hilbijêran a AKP’ê ya polîs û leşkeran, ji bo hemû hilbijêrên li derveyî bajêr dengên xwe bikarbînin, wê seferber bibin.

Li nava Bakurê Kurdistanê xebatên Hilbijartina Şaredariyan di nava atmosfera coşa meha Adarê de pêk tên.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Mêrdînê bû.

Hatîmogûllari li Stewrê tevli hevdîtina bi gel re bû.

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk di hevdîtinê de amade bûn.

Ji DEM Partiyê banga seferberiya bo hilbijartinê

Hatîmogûllari ya di hevdîtinê de axivî anî ziman ku li dijî veguhestina hilbijêran a AKP’ê ya polîs û leşkeran ji bo hemû hilbijêrên li derveyî bajêr dengên xwe bikarbînin wê bibin seferber.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bal kişand ser hilbijartina herêmî û got:

“Mêrdîn ji xwişk û biratiya gelan re, baxçeyê bihuştê ye.

Ji ber ku hikûmeta AKP’ê nekarî me di hilbijartinê de têk bibe, serî li tayînkirina qeyûman dan.

Qeyûm diz e, hewl da îradeya gel bidize.

Em soz didin ku em ê dizan bişînin û her kes bi zimanê xwe xizmetê bigire.

Tuncer bakirhan li Sêrtê bi gel re civiya

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Sêrtê bû.

Tûncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Dihê de axivî, giliyê neviyê Yakûp Axa yê şexsekî dîrokî ye, yê ji AKP’ê bûye namzet li gel kir.

Bakirhan, bi gotina “Em ne neviyên Yakûp Axa ne, lê ala wî em hildigirin” xwest ku gel xwedî li vê mîrateyê derkeve.

Bakirhan: Hezar û 357 hilbijêr veguhestine dihê

Bakirhan anî ziman ku hezar û 357 hilbijêr veguhestine Dihê û wiha got:

“Ev hezar û 357 hilbijêr ji Dihê ne? Na.

Tu di nexşeyê de ji wan re bêjî ‘Dihê li ku ye’ nikarin bibînin.

Wê roja hilbijartinê bên deng bikarbînin û lê bidin biçin.”

Bakirhan piştre jî hevdîtina xwe li navçeya Misircê dewam kir.

Ji hilbijartina şaredariyan yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re 24 roj ma

Back to top button