Di şerê li Xezayê de 82 kesên din mirin

Di roja 155’an ya şerê li Xezayê de, 82 kesên din mirin.
Her wiha hejmara kesên ji ber tîbûn û birçîbûnê jî mirin derkete 23’an.
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku beriya meha remezanê pêkanîna agirbestê ya li Xezayê zehmet e.
Wezareta Parastinê Pentagonê jî ragihand ku ew ê di nava 2 heman de, li Xezayê bendereke alîkariyê ava-bikin.

Şerê li Xezayê yê di navbera Hemas û Îsraîlê de 155 roje dewam dike û encama wê roj bi roj giran dibe.

Bîlançoya 24 seetên dawiyê dîsa gelek giran bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê encama şerê ji duh heta îro eşkere kir.

Wezaretê ragihand di êrişên hêzên Îsraîlê yên li dijî deh deverên cuda de, 82 kesên din mirin 122 jî birîndar bûn.

Li Xezayê hejmara miriyan bû 30 hezar 960

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha hejmara kesên li Xezayê mirin derket 30 hezar û 960 kesan ya birîndaran jî bû 72 hezar 524.

Li Xezayê 23 kes ji ber tîbûn û birçîbûnê mirin

Li aliyê din ji ber şer û dorpêça li ser Xezayê hejmara kesên ku ji ber birçîbûn û tîbûnê dimirin jî zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ku têkildarî mijarê daxuyaniyek da ragihand ku li nexweşxaneya Şifa ya li bajêr sê zarokên din mirin.

Wezaretê eşkere kir ku hejmara kesên ji ber tîbûn û birçîbûnê jî mirin derket 23’an.

Du roj berê jî Neteweyên Yekbuyî têkildarî mijarê hişyarî kir û ragihand ku li Xezayê zêdeyî 500 hezar kes bi birçîbûn û xelayê re rû bi rû ne.

Biden: Beriya Remezanê pêkanîna agirbestê zehmet e

Demeke dirêj bû di asta navnetewî de ji bo pêkanîna agirbesta li Xezayê û berdana dîl-girtiyan hevdîtin dihate kirin.

Hevdîtin bi navbeynkariya Misir, Qeter û Amerîkayê dihatin kirin û dihate payîn ku beriya meha remezanê lihevkirin pêk were.

Lê xuyaye ev yek wê pêk neyê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh li Pensîlvanyayê têkildarî mijarê axivî.

Biden ragihand ku beriya meha remezanê pêkanîna peymaneke agirbestê zehmet e.

Her wiha Biden derbarê buyerên tundiyê yên ku di meha Remezanê de li Qudsê dibe ku pêk werin de, fikarên xwe anî ziman.

Amerîka wê li Xezayê bendereke alîkariyê ava bike

Li aliyê din Amerîka hewl dide li Xezayê bendereke alîkariyê ava bike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku wê avakirina benderê 60 roj dirêj bike.

Her wiha Pentagonê eşkere kir, hê ew di merheleya ewil ya plana avakirinê de ne û da zanîn dibe ku hezar leşker di avakirina benderê bixebitin.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder jî Hemas hişyar kir ku êrişan pêk neyne da ku alîkarî bighêje gelê Filistînê.

Li Xezayê bi dehan kesên din mirin û birîndar bûn

Back to top button