“Mam Beşîr wê ti carî neyê ji bîr kirin”

Bi boneya cejna Êzî rêveber û endamên sazî, rêxistinên Êzdiyan ên li şengalê seredana gora Endamê Kordînasyona Civaka Êzidiyan Mam Beşîr kirin ku 14’ê Kanûnê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

Di serdanê de nûnerên saziyan Cejna Êzî li Mam Beşîr û malbata wî pîroz kir.

Li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan konê sersaxiyê hatiye vedan û xelk ji bo sersaxiyê serdana kon dikin.

Berpirsê Artêşa Iraqê yê navenda Şengalê Mihemed Salih Casim jî çû serdana konê sersaxiyê û ji malbata Mam Beşîr re sersaxî xwest.

Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê jî ji bo Mam Beşîr peyamek sersaxiyê weşand. Komîteyê di peyama xwe de diyarkir ku ewê şopdarê rêya şehîdan bin û ewê ti carî Mam Beşîr ji bîr nekin.

Komîteyê diyar kir ku PDK carek din dixwaze, civaka Êzidî nebin xwedî îrade û xwe bi rêve nebin û got, “Ji ber vê yekê li dijî azadî û destkeftiyên civaka Êzidî, ketiye nava êrîş û komployan.”

Back to top button