Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bi bîranîn

Hunermendê mezin Mihemed Şêxo di salvegera 35’an a wefata xwe de; li ser gora xwe ji aliyê hunermendan ve hate bibîranîn.

Bi boneya salvegera 35’an a koça dawîn ya hunermend Mihemed Şêxo şênî, hunermend, endamê saziyan serdana gora Mihemed Şêxo ya li goristana Hilêliyê ya Qamişlo kir.

Li wir Baha Şêxo li ser gorê axivî û behsa kesayet û têkoşîna birayê xwe hunermend Mihemed Şêxo kir.

Baha Şêxo diyar kir ku birayê wî di şert û mercên pir giran de, bi hunera xwe bûye dengê gelê xwe û wiha axivî:

“Mihemed Şêxo di stranên xwe de her tim qala êş, têkoşîn û berxwedana gelê xwe kir.

Wî tu carî cih neda stranên ku gelê wî îfade nakin.

Lewma îro ji her çar beşên Kurdistanê gelê Kurd xwedî lê derdikeve.”

Dawiya bîranînê, gul li ser gora Mihemed Şêxo hatin danîn û stranên wî hatin gotin.

Salvegera 35 a koça dawî ya Hunermend Mihemed Şêxo

Back to top button