Li Tirkiyê Jinan bi peyamên bilindkirina berxwedanê 8’ê Adarê pîrozkirin

Li gelek bajarên Tirkiyê jinan di 8’ê Adarê de daxwaza maf û azadiyê kirin. Jinan di çalakiyan de gotin: Ger em nebin yek wê hêzên desthilatdar êrişî vîna me bike. Wê desthilata yekzilamî nekare me ji armanca me dur bike.

Li Tirkiyê carek din hêrsa jinan li dijî desthilatê xwe di 8’ê Adarê de da der.

Li navçeya Akdenîz ya Merzîn ê jî di şahiya ku jinan bi boneya 8’ê Adarê li dar xist de, peyama “em ê bi hêrsa xwe pergala mêr têk bibin” hate dayîn.

Plaftoma Jinan a Enqereyê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji Qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meş pêk anî.

Jinan di meşê de bê navber ‘bê jin jiyan nabe’,’Hêvî her tim heye’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.

Di çalakiyê de nameya namzeta Gultan Kişanak hat xwendin.

Di nameyê de tê gotin:

“Em ê dîrokê her tim binivîsin. Ji Amedê het aEnqereyê ji Enqereyê heta her çar alî em ê ji avakirina pirên aştiyê re pêşengiyê bikin.”

Li Bursa yê jî jin li dijî rejîma yek zilamî ji bo bi destxistina maf û parastina destkeftiyên xwe li qadan bûn.

Li Gemlikê jî li hev kombûn û banga hevgirtinê li tevahî jinan kir.

Jinan gotin ger jin bibin yek wê cihanê ji nû de ava bikin.

Li bajarên Behrareş jin bi coşa 8’ê Adarê daketin kolanan.

Jinan da zanîn ku bersiva wan ji kesên ku wan tehdîd dikin re zelale û gotin:

Kesê ku Peymana Stenbolê fesh kiriye ji tundî û cînayetên jinan berpirsin.

Ji kesên ku mafên wan xesp kirine re deng tune ne.

Li aliyê din li Ordu, Gîresun, Trabzon, Zonguldak, Samsun, Sînop, Bolu û Çarumê jî jin daketin kolanan û gotin 8’ê Adarê berxwedana jinan e.

Weke hemû herêmên Tirkiyê, li herêma Anatoliya Navîn jî jin ji bo jiyanek wekhevû azad daketin kadan.

Li Kayseriyê bi banga Platforma Jinan 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Jinan diruşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” Her bi jî têkoşîna 8’ê Adarê, her bi jî têkoşîna jinan.” kulan hejandin.

Platforma Jinan ya Demokratîk a Eskîşehîrê (EDKP) 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin.

Jinan di meşê de banga mûçeyên wek hev, xebata wekhev kirin, wekheviya zayendî, têkoşînê dijî tundî û kuştinê kirin.

Li Asya û Ewropa 8’ê Adarê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin

Back to top button