Hevserokê Giştî yê DEM Partî têkildarî xespkirina Şirnex, Bedlîs û Qersê daxuyaniyek da

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan têkildarî xespkirina Şirnex, Bedlîs û Qersê daxuyaniyek da û got:
Şaredariyên ku me bi ked û têkoşîneke mezin qezenç kirin, dixwazin bi rêya hilbijêrên qaçax desteser bikin.
Encam çi dibe bile bibe Qers, Bedlîs û Şirnex ên me ne
Tuncer Bakirhan da zanîn îtîrazên wan yên qanûnî dewam dikin û bajarên xwe ji talankeran re nehêlin.
Bakirhan bang li raya giştî ya demokratîk û muxalefetê kir ku xwedî li îradeya gel derkevin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî Tûncer Bakirhan têkildarî encamên hilbijartinê yên Şirnex, Bedlîs û Qersê daxuyaniyek da

Tûncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal xîtabî xelkê van her sê bajaran kir û bal kişande li ser hîleyên desthilatê.

Tuncer Bakirhan: Encam çi dibe bila bibe Qers, Bedlîs, Şirnex ên me ne!

Bakirhan diyar kir şaredariyên ku wan bi ked û têkoşîneke mezin qezenç kirine, dixwazin bi rêya hilbijêrên qaçax desteser bikin û wiha got;

“Xelkê Şirnexê ku rûyê spî yê têkoşîna me ye, çi dibe bila bibe em her tim bi we serbilind in. Yê ku li Şirnexê li hemberî 6541 hilbijêrên qaçax di hilbijartinê de bi ser ket bajarê Şirnexê ye. Li dilê edalet, îrfan û çandê li Bedlîsê jî me serketineke mezin bi dest xist. Û Qers, yên ku ji wan heye ku bi 3.842 hilbijêrên veguhestî qezenç kirine, di dilê gelên Qersê de mehkûm bûne, têk çûne. ”

Tuncer Bakiran yê ev yek wek darbeyê pênase kir, da zanîn îtîrazên wan yên qanûnî dewam dikin û ewê bajarên xwe ji talankeran re nehêlin.

Hevserokê giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan bang li raya giştî ya demokratîk û muxalefetê kir ku xwedî li îradeya gel derkevin û got:

Em bi rengekî eşkere bibêjin; Di serî de Şirnex, Bedlîs û Qersê rêveberiyên ku li dehan bajaran bi hilbijêrên qaçax ‘qezenç’ kirine, rewa nîne.

Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya

Li aliyê din li dijî nelîretî û hewldana desteserkirina şarederiyan Xelkê Qileban yê Şirnexê daketin qadan

Tevî Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan gel heta lijneya hilbijartinê ya navçeyê meşiyan.

Beta biherîkîne

Li Qilêbanê desthilata AKP’ê bi 2 hezar û 500 dengên veguhestî dixwazî hilbijartinê xesp bike.

Qilebaniyên bertek nîşanî van encaman dan, diyar kir diz wê hesabê bidin û ew xwedî li vîna xwe derkevin

Welatiyên ku gihişitin lijneya hilbijartinê ya navçeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Parlamenter Newroz Ûysal Aslan û kesên pê re ji bo îtîrazê bi lijneyê re hevdîtin kirin.

Şandeya Ewropî ya li Şirnexê hilbijartin şopand rapora binpêkirinan amade kir

Back to top button