4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyan tê pêşwazîkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo çalakî pêk tên.
Îro jî li Kobanê, Şehba û Helebê bi boneya Rojbûna Rêber Apo çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin û soza xwedîderketina li fikrên Rêber Apo hate dayîn.

4’ê nîsanê rojbûna Rêber Apo nêz bû.

Mîna her salê, bi çalakiyan tê pîrozkirin.

Bi armanca pêşwazîkirina rojê, îro gelek çalakî li ser asta herêma bakur û rojhilatê sûriyê hatin li darxistin.

Li Kobanê, Şehba û Helebê çalakî hatin lidarxistin

Tevgera Jinên Ciwan ya Kobanê bi boneya 4’ê Nîsanê pêngava azadî ji Rêber Apo re domandin.

Jinan li Qada Jina Azad ji bo nivîsandina hestên hezkirin û têkoşînê ji Rêbertî re maseyek danîn.

Li wir endama tevgerê Nadiya Exasî got:

“Bi pirsa Rêber Apo ji bo te tê çi wateyê? Me ev mase li vir daniye û gel tên hestên xwe dinivîsin.”

Li navçeya Sirînê jî Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya rojê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Kongra Star a navçeya Şêranê jî, bi heman boneyê li gundê Til Xezal şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de gelek kes axivîn û diyar kirin ku azadiya wan bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.

Li aliyekî din jî derbarê heman mijarê de Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê semînerek da.

Di semînerê de wiha hate gotin:

“Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ji bo me bû hîmê bingehîn ê jiyanê.

Divê em jî xwedî li vî fikirî derkevin.”

Dawiyê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo hate pêşandan.

Her wiha li Helebê li stadyoma Berxwedana Şêx Meqsûdê di bin dirûşma “Bi ruhê şehîdan em ê piştgiriya Şoreşa Çandê bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin” 4’mîn Festîvala Amara tê lidarxistin.

Festîval bi boneya rojbûna Rêber Apo pêk hat.

Di festîvalê de, gelek lîstikên werzîşî mîna fotball, voleybol û hwd hatin lîstin.

Festîval wê sibe jî dewam bike û dê piştre li meydana goristanê ya li rojhilatê Şêx Meqsûdê stran û ngovendên folklorîk werin pêşkêşkirin.

Li aliyekî din jî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Helebê ji xwendekarên dibistanan re şahieyek lidar xistin.

Şahî li dibistana Şehîd Avaşîn Demhat pêk hat.

Di şahiyê de, dar hatin çandin û çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Back to top button