Gelê Bakurê Kurdistanê ji şer û qeyûman re gotin ‘Na’

DEM Partî li bajarên Kurdistanê partiya yekemîn derket û li gelek navçeyan bi ser ji sedî 70’ê re deng stand.
Bi vê yekê re gelê Kurd ji polîtîkayên şer û qeyûman re got, “Na.”
Ev serketina DEM Partiyê ji doh ve ji aliyê gel ve bi şahiyan tê pîrozkirin.
Bi taybetî îro bi deh hezaran xelkê Wanê serkeftina 14 şarederiyên giştî yê bajêr pîroz kirin.

Duh li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate lidarxistin.

Tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinê de binketineke mezin jiyan kir

Li bajarên Kurdistanê gelê kurd ji polîtîkayên şer û qeyûman re got, “Na.”

Tevî fenên ku ji aliyê AKP’ê ve hate kirin jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek bajar û navçe bi rêjeyeke bi ser ji sedî 70’ê de deng stand.

Lê belê mîna di hilbijartinên berê, di vê hilbijartinê de jî navçeya Licê ya Amedê di rêza yekemîn de cih girt.

Xelkê navçeyê sindoqên xwe di lûtkeyê de girt.

Di heman demê de li gundê Fîsê yê Licê ku PKK’ê li wir damezirandina xwe ragihandibû jî ji sedî 89’ê dengan DEM Partiyê girt

Her wiha DEM Partiyê Lice, Gever, Nisêbîn, Cizîr, Karaz, Rezan, Qelqelî, Hezex, Farqîn, Qoser jî bi ser ji sedî 70’ê deng lê stand.

Ji doh ve serketina DEM Partiyê li gelek bajaran tê pîrozkirin

Ev serketina DEM Partiyê doh heta derengiyê şevê ji aliyê gel bi coşeke mezin hat pîroz kirin.

Li Amed, Elih, Wan, Cizîr û gelek deverên din gel daketin qadan û serketina li hember hişmendiyar dagirker û qirker bi kêfxwaşî pîroz kirin.

Pîrozbahî îro jî bi awayekî girseyî û coş dewam kirin

Li Wanê bi deh hezaran serkeftina dîrokî ya 14 şaredariyan pîroz kirin

Bi taybetî li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şarederiyên giştî yê bajêr pîroz kirin.

Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê yekane bajarê ku hemû şaredarî partiyekê bi dest xistin bû Wan.

Yekane partiya şaredarî bi dest xistin jî bû DEM Partî.

Gelê Wanê jî ji bo pîrozkirina vê serketinê herikîn Parka Aştiyê ya Mûsa Anter.

Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin: Serkeftiyên hilbijartinê gel e

DEM Partî ya li Agiriyê şaredarî bi dest xist, bi vê boneyê pîrozbahiyek li dar xist

Partiyiyên di pîrozbahiyê de axivîn gotin: “Li Agiriyê gel dîrok nivîsand. Serkeftiyên hilbijartinê hûn in.”

Back to top button