Li gorî sal-nameya Asurî-Suryanî 1’ê Nîsanê roja yekem a sala nû, destpêka demsala biharê ye.
Bi vê buneyê li kantona Cizîrê bi şahiyan cejna Ekîto hate pîrozkirin.
Fermandarê Giştî yên QSD’ê Mezlûm Ebdî cejna Ekîto li Meclisa leşkerî a Sûryanî pîroz kir.
Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk jî hêvî kir ku cejna Ekîto bibe wesîleya aştî û ewlehiyê.
Cejna Ekîto wekî sersala Suryanî, Asûrî û Kildan her sal 1’ê Nîsanê tê pîrozkirin.
Asûrî û Suryanên herêmê bi şahiyan sersala Ekîto a 6774 pîroz kirin.
Li Tirbespiyê bi şahiyekê cejna Ekîto hate pîroz kirin.
Şahî ji aliyê partiya Yekîtiya Suryanî û rêxistina Aşûr a Demokratîk hate organîzekirin.
kesên aixivîn teqezî bi domandina berxwedana gelê Suryan, Asûr û Kildan kirin û destnîşankirin ku dê krîza Sûriyê bi yekrêzî û diyalogê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de çareser bikin.
Li Til Temir jî Bi boneya sersala Ekîto 2 şahiyên cuda li dar ketin.
Bi dehan ji xelkên herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de, komên çandî berhemên xwe pêşkêşkirin.
Her wiha govend ji aliyê beşdaran ve hate gerandin.
Fermandarê QSD Mezlûm Ebdî cejna Ekîto li Meclisa Leşkerî a Suryanî pîroz kir
Li aliyekî din Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Jin YPJ Rohilat Efrîn û berdevka YPJ Ruksan Mihemed, şandeyek Meclisa Leşkerî a Suryanî pêşwazî kir û cejna Ekîto li wan pîroz kir.
Mezlûm Ebdî cejana Ekîto li wan pîroz kir û ew xelat kirin.
Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk cejna Ekîto pîroz kir
Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi peyamekê cejna Ekîto li gelê Suryan û Asûr pîroz kir.
Di peyamê de, hate diyarkirin ku cejna Ekîto tê wateya nûjenbûna jiyanê, zindîbûn û îfadeya îradeya gelan.
Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî, ewlehî û bidawîkirina terorê.