Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê ku bi ferqekî mezin bi ser ketin wiha gotin: “Xelkê Sêrtê bersiv da 7 hezar hilbijêrên ji derve anîn bajar.” Namzetên Tifaqa Dêrsimê jî wiha gotin: “Ev bersiveke li dijî îradeya hatibû xespkirin bû.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Bakurê Kurdistanê mohra xwe li serkeftineke dîrokî da.
Xelkê bajêr serkeftina xwe bi coşeke mezin pîroz kir.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş encamên hilbijartinê nirxand.
Sofya Alagaş anî ziman ku tevî hemû hîle, dek û dolab û hilbijêrên heram jî wan bi ferqekî mezin şaredarî bi dest xistin û wiha domand:
“Gelê bajar bersiv da qeyûmên ev du serdemin tên tayînkirin. Xelk xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derket.”
DEM Partî li Dêrsimê jî di bin sîwana Tifaqa Dêrsimê de kete hilbijartinê. Li gorî encamên nefermî, bi ser ket.
Hevşareda bajar Bîrsen Orhan anîn ziman ku ev demekî dirêje xebatên xwe li ser esasê “têkoşîna hevpar” dimeşînin û encamên hilbijartinê nirxandin.
Bîrsen Orhan got: ” Dêrsim bêyî DEM’ê, DEM jî bêyî Dêrsimê nabe. Li seranserî Kurdistanê DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist.
Bi vê serkeftinê bû bersiva êrişa qeyûman a li dijî vîna me. Me tişta aydê xwe, tiştên ji me hatine dizîn dîsa ji wan stand.
Gelê kurd vîna xwe nîşan da û xwedî li DEM’ê derket.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu duh tevahiya rojê taybet li navçeya Hazroyê bi giştî jî li Amedê xebatên hilbijartinê dişopand.
Halîde Turkoglu bi bîr xist ku ev nêzî 8 sal in Amed ji aliyê qeyum ve tê birêvebirin û wiha got:
“Rastî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên Amedê bi rejîma qeyûm ve hatin birêvebirin; Hewldana desteserkirinê hate kirin.
Îro tevî evqas neheqiyên li gelek şaredariyên me, bi taybetî jî şaredariya me ya bajarê mezin, bûye sedem ku ev qas hilbijêr ji cih û warên xwe bibin, em weke jin û gel careke din îradeya xwe anîn ziman. Em ê encamên vê îradeyê bi hev re bibînin.”
Em ê teqez bikin ku têkoşîna me ya jinan a ku di danezana me ya hilbijartinê de cih girtiye û em bi rastî jî ji tecrûbeyên xwe yên berê berfireh kirine, dîsa li şaredariyan bi sazî bibin.
Ew ji bo xwe biparêzin çûn ser sindoqan.”



