Li kantona Cizîrê 4’ê Nîsanê bi şahiyan tê pîrozkirin

Li seranserî herêmê çalakiyên pîrozbahiyê bi boneya Rojbûna Rêber Apo têne lidarxistin.
Vê carê li gelek deverên herêma Cizîrê jî şahî hatin lidarxistin, dar hatin çandin û semîner hatin dayîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li parka Azadî ya Qamişlo şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Di şahiyê de, kesên axivîn diyar kirin ku ew ê li ser bingeha fikirên Rêbertî têkoşîna xwe mezintir bikin.

Pêngava çandina 100 daran a ji aliyê Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan ve jî hatibû destpêkirin, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de li Qamişlo li parka Helebce ya li taxa Kornîş darên fêkî û yên xemilandinê ji aliyê dayikan ve hatin çandin.

Li gundê Zexîrê yê Çilaxa jî semînerek derbarê 4’ê Nîsanê de, ji aliyê Kongra Star ve hate dayîn.

Ji rêvebirên Mala Jinan a Çilaxa Huda Elî axivî, rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got:

“Ji ber ku dizanin ramanên Rêber Apo mifteya çareseriya pirzgirêkên li Rojhilata Navîn bigiştî ye, ji lewra tecrîda li ser giran kirine.”

Ji bo dawîanîna li vê tecrîdê jî divê em li derdora wî kom bibin û ji bo azadiya wî bixebitin.”

Piştî semîner bidawîbû, dar hatin çandin.

Bi boneya rojbûna Rêber Apo wê rêze çalakî bên lidarxistin

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Apo amadekariya lidarxistina çalakiyan tê kirin.

Çalakî dê ji 3 heta 6’ê Nîsanê bidomin.

Di 4’ê Nîsanê de saet di 20:00’an de li Parka Serdem a bajarê Hesekê şahiyeke girseyî wê li dar bikeve.

Li Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî saet di 10:00’an de şahiyeke girseyî bi beşdariya şêniyên navçeya Zirganê wê li dar bikeve.

Li navenda Kongra Star a navçeya Şedadê jî saet di 11:00’an de şahiyek bi beşdariya şêniyên bajarokê Mergedê û navçeya Erîşê wê li dar bikeve.

Li Parka Şehîd Zevîn a navçeya Dirbêsiyê jî saet di 10:00’an de wê şahiyek li dar bikeve.

Her wiha li navçeya Til Birakê saet di 10:00’an de û li navçeya Holê di saet 13:00’an de wê şahî bên lidarxistin.

Di 6’ê Nîsanê de li bajarê Hesekê jî wê şevbuhêrkeke hunerî û çandî bê lidarxistin.

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyan tê pêşwazîkirin

Back to top button