Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin

Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd ji ber keda wê ya 4 salan hat xelatkirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê sekretera giştî ya berê ya partiyê Sîham Dawûd xelat kir.

Di merasîma xelatkirinê de ku li avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Reqayê li dar ket, hevserokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş got:

“Ev xatirxwestin û xelatkirin nabe dawiya têkoşîna heval Sîham.

Heval Sîham dê di nava me de be û di pêşxistina partiyê de alîkar be.”

Sîham Dawîd jî spasiya endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê kir û ev tişt anî ser ziman:

“Me bi ked û rêzdarî bi hev re kar kir.

Em rastî gelek astengiyan hatin, lê bi vîn, bawerî û israrê me karî partiya xwe bigihane asteke pêşketî.”

Back to top button