SANA: Di êrişa Îsraîlê de, 2 kes birîndar bûn

Îsraîlê êrişî navenda lêkolînên Zanistî ya Şamê kir.
Di encamê de, 2 kes birîndar bûn.

Şevê din artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî Şamê kir.

Taxa Cemraya, di nava de Navendên Lêkolînên Zanistî hatin bombebaran kirin.

Pergala Parastina ezmanî ya hikumeta Şamê rê li ber êrişê ne-girt.

Ajansa SANA a hikumeta Şamê eşkere kir ku di encama êrişê de 2 sivîl birîndar bûn.

Piştî êrişê di nava bajêr bêhnek nexweş belav bû.

Şam-Piştî êrişê bênek nexweş belav bû

Şêniyên bajêr jî, ji vê bêhinê acizin.

Li gorî xelkên Şamê, ev bêhin weke bihêna Kibrîtê an jî weke bêhna şewata bilastîkê şebihandin.

Hin kes ji ber vê bihnê fetisîn û li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin.

Çolistana Sûrî-Balafirên Rusyayê êrişî cihên çeteyên DAIŞ’ê kir

Li çolistana Sûriyê jî balafirên Rusyayê di roja 2’an êrişî cihên çeteyên DAIŞ’ê kir.

Nevenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku cihên çeteyan li çolistana Reqayê, Himsê û Dêrazorê hatin bombebarankirin.

Çeteyên DAIŞ’ê 8 leşkerên Şamê kuştin

Back to top button