Îsraîlê êriş nuqteyeke li Şamê kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê-SOHR’ê diyar kir ku Îsraîlê bi moşekan nuqteyeke navbera herêmên El Hame û Cemraya yên Şamê de kir armanc.

Navendê anî ziman ku Îsraîlê bi moşekan nuqteyeke navbera herêmên El Hame û Cemraya yên Şamê de kir armanc.

Her wiha SOHR’ê destnîşan kir ku pergala parastina asîmanê ya hêzên Şamê armancên li asîmanê herêmê armanc kir.

Rojnameya El Wetenî El Sûrî jî ya bi ser hikumeta Şamê ve li ser rûpela xwe ya facebookê got:

“Li asîmanê Şamê û derdora wê dengê teqînan hat bihîstin û derbarê wê lokîln de tê kirin.”

Her wiha Radyoya Şam FM diyar kir ku li derdora herêma Dîmas dengê teqînan hat bihîstin .

Her wekî eşekere kir ku diyar e Îsraîlê gelek nuqteyên li derdora herêmê armanckirine.

Îsraîlê êrişî Şamê kir: 5 Kes birîndar bûn

Back to top button