Bi boneya rojbûna Rêber Apo wê rêzeçalakî bên lidarxistin

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Apo amadekariya lidarxistina çalakiyan tê kirin.
Çalakî dê ji 3 heta 6’ê Nîsanê bidomin.

Komîteya çalakiyan a Hesekê û navçeyên wê diyar kir ku di çalakî ji çandina daran li navenda bajêr û gundewarên wî, şahiyên girseyî û çalakiyên çandî pêk tên.

Di 4’ê Nîsanê de saet di 20:00’an de li Parka Serdem a bajarê Hesekê şahiyeke girseyî wê li dar bikeve.

Li Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî saet di 10:00’an de şahiyeke girseyî bi beşdariya şêniyên navçeya Zirganê wê li dar bikeve.

Li navenda Kongra Star a navçeya Şedadê jî saet di 11:00’an de şahiyek bi beşdariya şêniyên bajarokê Mergedê û navçeya Erîşê wê li dar bikeve.

Li Parka Şehîd Zevîn a navçeya Dirbêsiyê jî saet di 10:00’an de wê şahiyek li dar bikeve.

Her wiha li navçeya Til Birakê saet di 10:00’an de û li navçeya Holê di saet 13:00’an de wê şahî bên lidarxistin.

Di 6’ê Nîsanê de li bajarê Hesekê jî wê şevbuhêrkeke hunerî û çandî bê lidarxistin.

Back to top button