Ferînaz Etiyê: Rêber Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye

Salvegera 24’emîn a komploya navnetewî nêz dibe.
Lêkolîner û mamosteya zanistên siyasî ya ji Misirê Dr. Ferînaz Etiyê anî ziman ku Rêber Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye û got:”Dewleta Tirk dixwaze bi komployê gelê kurd qir bike”.

15’ê Sibatê salavgera 24ʹan a komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Ev komplo dilê Kurdan û tevahî hezkiriyên aştî, edalet û demokrasiyê êşand.

ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan sembola doza kurdî ye, xwediyê projeya neteweya demokratîk e.

Lêkolîner û mamosteya zanistên siyasî ya ji Misirê Dr. Ferînaz Etiyê komploya navnetewî nirxand.

Ferînaz Etiyê da zanîn ku niha Rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de hatiye girtin û got:

Bi vê tecrîdê dixwazin doza kurdî têk bibin.

Heman demê hewl didin ramanê rêber Ocalan di hundirên dîwarê Îmraliyê de bifetisînin.

Ferînaz Etiyê: Dewleta Tirk bi komplo dixwaze Kurdan qir bike

Ferînaz anî ziman ku dewleta Tirk heta niha gelê kurd dikuje, diçewisîne û malên wan wêran dike û wiha bi lêv kir:

Bi hevkariya hejmarek dewletên rojavayî û herêmî yên xwedî berjewendî, zulma li ser Kurdan dewam dike.

Hewl didin hêviyên Kurdan ên jiyaneke azad, aştiyane, mîna neteweyên din bi awayekî wekhev li welatên ewle bijîn, tune bikin.

Ev yek eşkere di nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê de xuya dibe.

“Projeya Netewa Demokratîk a Rêber Ocalan çareseriya pirsgirêkan e”

Ferînaz Etiyê diyar kir ku divê Ereb û Kurd di çarçroveya neteweya demokratîk de welatên xwe biparêzin û wiha anî ziman:

Projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Ocalan ve hatiye damezirandin, dikeve xizmeta welat.

Li aliyekî din modela neteweya demokratîk ji nakokiyên mezhebî û nîjadperastî re modeleke bi bandor peyda dike.

Ev model wêneyeke xweşik a demokrasî, hemwelatîbûn, jiyana hevbeş û îstiqrarê pêşkêş dike.

Ji wê zêdetir neteweya demokratîk cihe dide azadiya jinan û pêşxistina rola wan di qadên siyasî, civakî û aborî de ye.

Back to top button