Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan banga hevgirtinê kir û got “Dilê me bi gelê me re ye.
Em hevgirtinê xurttir bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan piştî erdheja li Kurdistanê li ser hesabê xwe yê civakî peyamek parvekir û got:
“Êşa me gelek giran e.
Dilê me bi herêma erdhejê re ye.
Em piştevaniyê mezin bikin û birînên xwe bipêçin.
Di pêşnegtiya HDP’ê de li Amedê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê maseya krîzê ava kir
Her wiha Meşa Gemlîkê ya ku li dijî tecrîdê dihat plankirin ji ber erdhejê hate betalkirin.