KCK’ê sarsaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek sersaxiyê ji gelên Bakurê Kurdistanê, Rojava, Sûriye û Tirkiyeyê re xwest û got:
“Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike
Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de sersaxiyê ji gelên Bakurê Kurdistanê, Rojava, Sûriye û Tirkiyeyê re xwest û got;

Sedema rûdana xisara ewqasî mezin a vê erdhejê dewlet e û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku dewletê bi rê ve dibe.

KCK: Sedema rûdana xisara mezin desthilata AKP-MHP’ê ye

Desthilatdariya AKP-MHP’ê her cara ku erd diheje hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike.

Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye.

KCK: Desthilata Erdogan butçeya erhejan ji bo şer kar anî

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî erdhejê ti tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in li desthilatdariyê ye heta niha ti tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin.”

KCK’ê dazanîn ku li erdnîgariya ku Tirkiye û Kurdistan lê ye xetên fay hene û ji ber ku rîska erdhejê li vê herêmê gelekî bilind e, avahî û sîstema binesaziya wê divê li gorî vê yekê bêne avakirin.

KCK’ê diyar kir ku budçeya ji bo erdhejê desthilata AKP-MHP’ê di şer de karanî tedbîrên pêwîst negirt, ji bo wê berpirsiyarê berdêlên giran desthilata Erdogan û Bahçeliye.

KCK: Divê gelê me bêyî ku benda dewletê be ji hev xwedî derkevin

KCK’ê bang li hemû kurdistaniyan kir ku bêyî ku benda dewletê be ji hev re alîkarbin û ev bang kir:

Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike.

Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe.

Li gel karên rizgarkirinê, ji ber şert û mercên zivistanê divê mal û derfetên xwe bi mirovên malên wan xera bûne re parve bike.

Gelê Kurdistanê yê li derveyî welat jî ji ber erdhejê divê piştgiriya welêt bike. Ev erdheja ku bû sedema windahî û xisareke mezin, bi piştevaniya gel û saziyên demokratîk, dikare bê bihurandin.”

Back to top button