DAIŞ’ê gundek Kerkûkê topbaran kir

Çeteyên DAIŞ’ê gundê Macîdyan ku dikeve Başûr Rojavayê Kerkûkê topbaran kir.

Li gor ajansa Rojnewsê piştî topbaranê şêniyên gund bersiva çeteyên DAIŞ’ê dane û piştre hêzên Iraqê gihiştine gund.

Piştî êrîşa çeteyan Hêzên Iraqê devera ku bûyer qewimiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dane destpêkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê li Tarimiya berpirsek ciwanan kuşt

Her wiha hemwextê êrîşa Kerkukê hêzên ewlehî yên Iraqî ragihandin ku li navçeya Tarimiya Bexdayê Çeteyên DAIŞ’ê ciwanek kuştin.

Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku navê ciwanê ku hatiye kuştin Hişam Hicazî ye, berpirsê Komeleya Ciwanan Ixasa û El-Tetewih e.

Back to top button