Almanya..penaberekî Sûrî bi tawana êrîşa li dijî 2 geştyaran, cezayê mûabed xwar

Li Almanyayê li dijî penaberekî Sûrî ,bi tawana êrîşa li dijî 2 geştiyaran, cezayê heta hetayî hat birîn.

Dadgeha herêmî ya bilind li bajarê Dirîsdin ê Almanyayê li dijî penaberê Sûrî Ebdullah cezayê zindanê yê heta hetayî erêkir.

Li gorî dadgeha navborî, vî penaberê Sûrî ku temenê wî 21 sal e, di 4’ê Cotmeha 2020’an bi kêrê êrîşî 2 geştyaran kiriye.

Di encamê de geştyarekî 55 salî jiyana xwe ji dest da.

Penaberê tawanbar sala 2015’an wekî penaberekî Sûrî negihayî yanku temenê wî jêr 18 salan mafê penaberiyê li Almanyayê bi dest xistiye.

Sala 2018’an li zindana Ehdasan a Almanyayê bi tawana propogendaya wî ji DAIŞ’ê re hatiye girtin.

Di dawiya Îlona 2020’an “bi mercên giran” serbest hatibû berdan.

Back to top button