Volodymyr Zelenxi ji YE xwest ku tev li NATO bibe

Serokê Ukraynanyê Volodymyr Zelenxi ji YE’yê piştgiryeke mezintir bo rûbirûbûna Rûsyayê xwest.

Volodymyr Zelenxi her wiha ji YE’yê daxwaziya tevlêbûna NATO’yê kir û got:

“Eger YE û serokê Fransayê Emmanul Macron me weke endamekî malbata Ewropayî bibînin, divê li ser vê bingehê destekê bidin me.”

Zelenxi anî ziman ku ewlehiya Ewropayê, girêdayî ewlehiya Ukraynayê ye, lewre divê em pir bendewar nemînin.

Tê payîn, Volodymyr Zelenxi îro digel Fransa û Almanyayê der barê qeyrana li herêma Donbasê ya Ukraynanyê de bicivin.

Wekîlê Wezareta Derve ya Fransayê ya Karûbarên YE`yê duh ragihandibû ku egereke mezin heya ku Ukrayna û Tirkiyê tevlî YE’yê nebin.

Back to top button